Hêzên Asayîşê: Rêyên Efrînê ji bo koçberan vekirî ye

Hêzên Asayîşê îddîayên ku komên çete dibêjin “Hêzên Asayîşê destûr nadin ku koçber bikevin Kantona Efrînê' derew derxistin.

Komên çete yên li bajarê Ezazê bi  cih dibûn bi îddîaya ku ″Hêzên Asayîşê destûr nadin ku koçber derbasî Kantona Efrînê bibin″ belav kirine. Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê ev îddîa derew derxistin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Hêzên Asayîşê ya navenda Kantonê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Hêzên Asayîşê ve hat xwendin de wiha tê gotin;

*Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê yên rizgarkirî, rastî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Armanca ji vê yekê dagirkirina herêmên Sûriyeyê û derbkirina ewlekariya herêmê ye. Her wiha dewleta Tirk hewl dide ku bi hêzên herêmî û navneteweyî re hevpeymanan li dar bixe da herêmên di destê çeteyên xwe de radestî hêzên din bike û erêkirina êrîşên li ser Efrîn û Şahbayê, werbigire.

Şervanên YPG/YPJ′ê, Hêzên Xweparastinê û Hêzên Şoreşger li Efrîn û Şahbayê amade ne ku bersiva êrîşên li ser herêmê bidin.

Meşa ku li Kantona Efrînê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser hat lidarxistin, bersiva destwerdanên Tirkiyeyê yên li ser herêmê da û piştgiriya gelê herêmê ji YPG/YPJ′ê re ragihand.

Wek Hêzên Asayîşê me jî ji bo parastina Kantona Efrînê, hin tedbîr girtin:

*Hemû riyên ku diçin Efrînê, vekirî ne.

*Koçber piştî ku bêne kontrolkirin, dikarin derbasî Kantonê bibin.

*Divê wesayît derbasî Kantonê nebin.

*Wesayîtên ku li Kantonê digerin, divê tabloya xwe ji gerînendeya guhestinê ya Kantonê werbigirin.

*Divê welatiyên ku ji derveyî Kantonê ne û ne koçber in, li Kantonê negerin.

*Divê welatiyên Kantona Efrînê yên bê nasname biçin gerînendeya kar û barên sivîl, da nasnameyên xwe werbigirin.

*Em hêvîdarin welatiyên ku tevgereke bi guman dîtin, yekser navenda Hêzên Asayîşê agahdar bikin.

*Bila welatî di demên topbaranê de, li jêrzemînan bi cih bibin.

Em soza parastina destkeftiyên gelê xwe û parastina ewlekariya herêmê nû dikin.″