Hêzên Asayîşê cebilxaneya çeteyan bi dest xistin
Hêzên Asayîşê yên Kantona Efrînê dest danîn ser du wesayitên bi cebilxaneyan dagirtî. Hêzên Asayîşê ajokarên wesayitan girtin û dest bi lêpirsînê kirin.
Hêzên Asayîşê yên Kantona Efrînê dest danîn ser du wesayitên bi cebilxaneyan dagirtî. Hêzên Asayîşê ajokarên wesayitan girtin û dest bi lêpirsînê kirin.
Du qemyonên tijî cebilxane, dema ji Îdlib a ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin derbasî herêma Şehbayê dibûn, ji aliyê Hêzên Asayîşê yên Kantona Efrînê ve hatin girtin.
Her du wesayit hewl didan ji gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê derbasî Ezazê bibe û ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin girtin.
Di wesayitan de 500 paket fîşekên doçkayên 14,5 mm û 23 mm, bombeyên destan, 2 çekên doçka 23 mm'yî û 3 lûleyên çeka BKC bi destê Hêzên Asayîşê ve ketin.
Hêzên Asayîşê ajokarên her du wesayitan jî girtin û têkildarî ajokaran dest bi lêpirsînê kirin.