Hêzên Asayîşê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hêzên Asayîşê yên Kantona Efrînê 3 çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewl didan birevin Tirkiyeyê girtin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya fermi belav kirî, hat diyarkirin ku di encama xebatên bihêzkirina bendên kontrolê yên ketin û derketina Kantona Efînê û encamên heman xebatê de 3 çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewl didan birevin Tirkiyeyê hatine girtin.

Di daxuyaniya Hêzên Asayîşê de hate destnîşan kirin ku her 3 kesan di îfadeyên xwe de li xwe mikur hatine ku çeteyên DAIŞ’ê ne û li herêmên di bin dagikeriya DAIŞ’ê de ne, bûne. Dîsa çeteyan diyar kir ku cihê xwe di nava gelek şerê Sûriyeyê de qewimîn girtine.