Hêza Şengalî: Xwîna şehîdan wê ti carî li erdê namîne

Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Hêza Şengalî qala 'Operasyona Tolhildanê' ya li Şengalê kir ku li dijî sîxurên dewleta Tirk û PDK'ê tê meşandin û got, "Zû yan jî dereng, xwîna şehîdan wê ti carî li erdê nemîne."

Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî têkildarî 'Operasyona Tolhildanê' ya li Şengalê ku li dijî sîxuran tê meşandin, ji ANF'ê re axivî.

Fermandar Hêza Şengalî destpêkê bal kişand ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, "24 salên komploya navneteweyî bi dawî bûn. Bi rêya komployê xwestin di şexsê Rêber Apo de gelên azadîxwaz, gelê Êzidî tune bikin. Lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo komplo bi temamî negihîşt armanca xwe. Li ser vê esasê piştî fermana 3'ê Tebaxê gelê Êzidî xwe parast û hebûna xwe domand. Heta îro bi îradeya xwe ya xurt xwe bi rêve dibe."

'DEWLETA TIRK DI ERDHEJÊ DE JÎ DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE'

Hêza Şengalî di dewama axaftina xwe de qala erdheja li Bakurê Kurdistanê kir, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re, şîfa jî ji birîndaran re xwest û got, "Çawa ku gelê me yê Rojava û Bakurê Kurdistanê di fermana 3'ê Tebaxê de êşên me bi me re rakirin, ji bo wê em jî weke civaka Êzîdî di vê bûyera bi êş de bi dil û can li kêleka gelê xwe yên Rojava û Bakurê Kurdistanê ne. Dewleta Tirk her demê bêsînor dijminatiyê li gelê Kurd dike. Di vê karesata erdhejê de jî dewleta Tirk dijminatiya xwe dewam kir. Dewleta Tirk ji bo pêşî li alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bigire rewşa awarte ragihand. Hemû alîkariyên mirovî ku ji çar parçeyên Kurdistanê ve tên şandin asteng dike û desteser dike."

'BÊ NAN Û BÊ AV DIBE, LÊ BÊ PARASTIN NABE'

Fermandar Hêza Şengalî qala 'Operasyona Tolhildanê' kir ku li Şengalê li dijî sîxurên dewleta Tirk û PDK'ê tê meşandin û got, "Di dîrokê de her tim ferman li civaka Êzidî rabûye, komkujî lê hatiye kirin. Sedema vê jî bêparastina civakê bû. Piştî fermana 3'ê Tebaxê ku weke civaka Êzidî di qirkirinekê re derbas bûn, bi saya fikir û ramanê Rêber Apo civaka Êzidî xwe parast û hêza xwe ava kir. Her wiha di van deh salên dawî de ji bo parastin û mayîndekirina statuya Şengalê bi dehan fermendar û pêşengan canê xwe feda kirin û ji hemû cîhanê re dan diyarkirin ku civak dikare bê nan û av bijî lê tu carî bêparastin, statu, çand û hebûn nikare bijî. Ji ber dewleta Tirk dijminê koka Êzidî ye, gelek caran jî hewldanên dewleta Tirk hebûn ku ol û baweriya civaka Êzidî ji holê rabike. Tevî hemû hewldanan nikarîbûn vê yekê pêk bînin û destketiyên civakê ji holê rakin."

Fermandara YBŞ-YJŞ'ê Hêza Şengalî li ser rê û rêbazên ku Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) a şerê taybet û psîkolojîk nirxandineke bi vî rengî kir: "Bi rêya MÎT û Parastinê dixwazin di nav civakê de sîxuriyê bi cih bikin. Her wiha êrîşî pêşengên civaka Êzidî dikin û dixwazin di şexsê wan de civakê bê îrade bikin. Ev polîtîkaya ku bi rêya şerê taybet li ser gel hatiye meşandin, heta radeyekê bandor li ser civakê û bi taybetî li ser ciwanan kir û bû sedem ku ji nava civakê jî sîxur derkevin û dijminatiyê li koka xwe, çanda xwe bikin. Li ser vê esasê gelek caran êrîşên hewayî pêk hatin, di van êrîşan de gelek pêşengên me weke Mem Zekî, Zerdeşt Şengalî, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr, zarokê bi navê Salih û her dawî jî şoreşgerê mezin û dildarê civakê Êzidî Menal Mêrdîn hatin hedefkirin. Ev ciwan hemû bi riya şerê Taybet, piskolojîk, pere û her cûreyên bê exlaqî hatine xapandin û bikaranîn bi vê awayî ev ciwan ji çand û koka xwe hatine dûrxistin. Kesên ku dibêjin em ne dijminê koka xwe ne lê dema di nava civakê de tirs, tevlihevî û bêbawarî dan çêkirin û mirovên bêguneh kirin hedef, ev jî dijmantiya kokê û şewitandina kokê ye. Gelek caran di nava civakê de xêrnexwazên civakê derdikevin û hewl didin destketiyên civaka xwe tune bikin."

'ZÛ YAN JÎ DERENG, XWÎNA ŞEHÎDAN WÊ TI CARÎ LI ERDÊ NEMÎNE'

Hêza Şengalî got, "Me weke tevger soza tolhildana şehîdên xwe daye û ji bo pêkanîna wê em her tim di nava hewldanan de ne. Bi vê armancê piştî şopandin û venêrîneke demdirêj pêngava Tolhildanê pêk hat. Û di vê pêngavê de gelek sîxurên MÎT û Parastinê hatin girtin. Û weke YBŞ-YJŞ bi raya giştî re parve kir. Ji bo vê em ji dost û dijminê gelê xwe re dibêjin bila her kes bizanibe zû an jî dereng em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em ê hesab ji xayîn û dijminên Êzdiyatê bipirsin. Kesên ku bi xiyanetê nêz dibe em ê wan bernedin." 

Di dawiya axaftina xwe de fermandara YBŞ-YJŞ Hêza Şengalî bang li ciwanên Êzidî kir û got: ''Em weke YBŞ-YJŞ bang li gelê xwe yê berxwedêr dikin, ku li hember sîxurtiya ku MÎT û Parastin bi cih tîne, bi helwesteke zelal û baldarî tevbigerin. Rê nedin ku zarokê wan bikevin ber destê sîxurtiyê. Her wiha bi taybet gelê me Başûrê Kurdistanê û bi taybet ên ku li kampan li dijî tevgera van sîxuran bin û li hember vê yekê bisekinin."