Heyva Sor a Kurd ji bo Efrîniyan banga alîkariyê kir

Li Şehbayê ku bi sed hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî wê derê kirine, bi germbûna dinyayê re gelek nexweşî der bûn. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dermanên li Şebhayê kêm bûne û banga alîkariyê kir.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsrayê ji bo dagirkirinê Efrînê Efrînê kirin û li dijî van êrîşan berxwedaneke dîrokî hate kirin, bi sed hezaran Efrîniyan koçî herêma Şehbayê kirin. Efrîniyên ku ji neçarî berê xwe dan Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê, di nava zor û zehmetiyê de li ber xwe didin. Bi germbûna dinyayê re ji ber kêmaniya ava vexwarinê, xwarin û paqijiyê gelek nexweşî li nava wan der bûn.

Heyva Sor a Kurd xizmeta tenduristiyê dide zêdeyî 175 hezar sivîlên koçî herêma Şehbayê û gundên Şêrawa kirine. Lê derman kêm bûne û pirsgirêka alavên tenduristiyê heye. Heyva Sor a Kurd li Şêwara 2, li Şehbayê jî 5 navendên tenduristiyê vekir û rojane xizmetê dide 500 kesî. Bi germbûna dinyayê re gelek nexweşî der bûn. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dermanên wan kêm bûne û ji bo peydakirina dermên banga alîkariyê kir.

BI TÊRKERÎ DERMAN NÎNE

Yek ji rêveberên Şaxê Efrînê yê Heyva Sor a Kurd dermansaz Rim Kahlo diyar kir ku ji ber zêdebûna nexweşiyan pirsgirêka dermên rû daye û dermanê gelek nexweşiyan bi destê wan nakevin. Rim Kahlo got, "Dinya êdî germ dibe, lewma gelek nexweşî jî der bûn. Tevî vê yekê nebûna ava vexwarinê û kêmaniya xwarinê nexweşiyan zêde dikin. Rojane gelek kes ji ber nexweşiyên cuda tên navendên tenduristiyê. Mixabin bi têrkerî derman li gel me nîne. Em nikarin dermanê gelek nexweşiyan peyda bikin."

'BI RENGEKÎ LEZGÎN PÊWÎSTIYA ME BI DERMÊN HEYE'

Rim Kahlo da xuyakirin ku dermanên nexweşiyên tuberkuloz, astim, derziyên zarokan, diyabet û psîkiyatrî bi destê wan nakevin û got, stokên wan ên dermên jî vala dibin. Kahlo ji bo dermên banga alîkariyê kir û got, "Me berê jî gelek caran anîbûn ziman. Şert û mercên heyî rê li ber nexweşiyan vedikin. Bi germbûna dinyayê re gelek nexweşî der bûn. Ji bo rojên pêş jî em bi fikar in. Bi rengekî lezgîn pêwîstiya me bi alîkariya dermên heye."

'WELATIYÊN KOÇ KIRINE KETINE NAVA TRAVMAYÊ'

Ji psîkiyatriyên Heyva Sor a Kurd Mihemed Îsa jî diyar kir ku bi taybetî dermanên ji bo nexweşiyên psîkiyatrî bi destê wan nakevin û got, "Zêdeyî 175 hezar mirovên ji Efrînê koç kirine li vir dijîn. Wekî din, nifûsa Şehbayê jî derdora 80 hezarî ye. Mirovên koçî vê derê kirine ketine nava travmayeke mezin. Li gel şert û mercên nebaş ên fîzîkî, her wiha rewşeke neyînî ya derûnî jî heye. Lê belê dermanên ku di tedawiya psîkiyatrî de têne bikaranîn nînin."

DERMANÊN KU KÊM MANE BIQEDIN

Rayedarên Şaxê Efrînê yên Heyva Sor a Kurd li ser dermanên ku kêm mane biqedin agahî dan û bi taybetî bal kişandin ser nebûna dermanên van nexweşiyan: "Tuberkuloz, derziyên li zarokan tên xistin, guh-bêvil-qirik, diyabet (cîhazên pîvandinê jî nînin), astim, hîpertansiyon, emel, nexweşiyên ji ber guherîna hewayê, çav (dermanên alerjî û îltihabê), jehrîbûn, tîfo, nexweşiyên psîkiyatrî, alerjî û nexweşiyên gurçikê."