Heyetek ji jinan serdana YPJ'ê kir

Heyetek ji meclîsên jinên bakurê-rojhilatê Sûriyê, li mekteba têkiliyên derve ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi Fermandara YPJ'ê Axîn Nucan û berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser rewşa siyasî û leşkerî ya herêm tê hate kirin.

Endamên heyetê bal kişandin ser rola YPJ'ê, di şerê tinekirina DAÎŞ'ê û berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî.

Her wiha fermandara YPJ'ê Axîn Nucan, rol û girîngiya xebatên rêxistina meclîsa jinên Bakûr-Rojhilatê Sûrî anî ziman û got, em di eniyên şer de bi rihê Avêsta şer dikin û ber xwe didin û li qada siyasetê bi rihê Hevrîn tekoşîn dikin.