Hevserokên Meclîsa Kantona Efrînê hatin hilbijartin

Sozan Xelîl Hafiz û Mûstefa Ehmed Hesen ji bo Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê hatin hilbijartin.

Civîna destpêkê ya Meclîsa Kantona Efrînê îro li Salona Şehîd Rûken pêk hat.

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arîf, Hevserokên Meclîsa Desteya Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa û Hêvî Mûstefa, Hevserokên Meclîsa Qanûndanînê Mihemed Seîd û Hevîn Reşîd jî tevlî civînê bûn.

Di civînê de piştî xwendina rêziknameya komun û meclîsê ji aliyê Osman Şêx Îsa ve, endamên Meclîsa Kantona Efrînê sond xwarin.

Dûre hilbijartin hate kirin û Sozan Xelîl Hafiz û Mûstefa Ehmed Hesen ji bo Hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin. Şerîf Cîmo, Esmehan Hesen û Bekir Mûstefa Elo jî weke alîkarên hevserokan hatin hilbijartin.