Hevpeymaniya Navdewletî li ser Hesekê daxuyanî da: Pirsgirêkek cîhanî ye

Hevpeymaniya Navdewletî têkildarî Hesekê peyamek weşand û ragihand ku ew ligel QSD’a ku bi “cesaret û biryardarî“ şer dikine û got: “DAIŞ tenê ne pirsgirêkê Hesekê ye, DAIŞ pirsgirêka cîhanê ye ku divê çareseriyek mayînde ji bo wê bê dîtin.“

Piştî ku Girtîgeha Sînaayê bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û hat kontrolkirin, li ser navê Hevpeymaniya Navdewletî General John W. Brennan peyamek weşand.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Hêza Hevpeymaniya Navdewletî ligel hevkarên me yên QSD’ê ne ku bi cesaret û biryardarî li Hesekê şer dikin. Ev tenê ne pirsgirfêka vî bajarî ye. Ev pirsgirêkek cîhanî ye, divê gelek netewe werin ba hev û ji bo vê pirsgirêkê çareseriyek mayînde bê dîtin.“