Hevjînên şehîdan çûn serdana goristanên şehîdên serdemê

Bi nêzbûna Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hevjînên şehîdên Efrîn û Şehbayê îro saet di 13.00’an de çûn serdana Goristana Şehîdên Serdemê ya li navçeya Ehresê.

Bi nêzbûna Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hevjînên şehîdan di bin dirûşmeya, “Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, em bi navê hevjînên şehîdên Kurd, Ereb û hemû jinan Rêberê Neteweya Demokratîk pîroz dikin” çûn serdana Goristana Şehîdên Serdemê ya li navçeya Ehresê.

Di destpêka çalakiyê de ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ji aliyê hevjînên şehîdan deqîqeyekê rêz hate girtin û Sibhan a ku hevjîna Şehîd Ebdo ye û li ser navê kar û barê civakî a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Bêrîvan Hesen axaftin hate kirin. Herdu axaftvanan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Axaftvanan diyar kirin ku, “Bi îradeya jinan em ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin. Ji ber vê jî pêwist e em her tim li qadan bin û li ser pêyan bin.”

Di berdewana axaftinan de, hevjînên şehîdan bi Kurdî û Erebî helbest xwendin û piştre li ber goristanên şehîdan kulîlk danîn