'Em ê pêngava ji bo azadî û çareseriyê mezin bikin'

'Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan' diyar kir ku ew ê pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd mezin bikin.

'Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Ocalan' têkildarî kampanya ji bo 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re', her wiha tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Erdogan weke şagirtê Ataturk û Hîtler hate pênasekirin û hate ragihandin ku bi vê siyasetê li bakur, başûr, rojhilat û rojava êrişî gelê Kurd dike.

Înîsiyatîfê bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê û dewamkirina cezayên dîsîplînê yên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne ferzkirin û destnîşan kir ku bi rêya van kiryarên neqanûnî di şexsê Abdullah Ocalan de hewl didin gelê Kurd tune bikin.

Di daxuyaniyê de bi navê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li raya giştî ya cîhanê û gelên azadîxwaz hate kirin ku vê siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan fêhm bikin û hate gotin, "Ji aliyekî ve bi hovane êrişî herêmê dike, mirovan dikuje, niştecihan ji malên wan koçber dike, binesaziyê wêran dike. Li aliyê din tecrîda li ser Rêber Ocalan tê girankirin û cezayên zêde yên li ser tên nûkirin. Bi vê yekê, dengê bi milyonan endamên civaka mirovî, siyasetmedar, mirovên xwedî ramanên azad, fîlozof, zanyar, nivîskar û xwediyên xelata Nobelê, dengê wan li çar aliyên cîhanê, li pênc parzemînan û li heftê û çar bajarên ku îro ji sed bajarî derbas bûne, paşguh dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê pêngava cîhanî ya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û misogerkirina çareseriya pirsgirêka Kurd mezin bikin û hate gotin, "Têkoşîna me, heta bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya li ser Rêber Ocalan wê dewam bike."