Hesen Qamişlo: Heval Fazil ji bo me mînakek xurt e

Fermandarê YPG'ê Hesen Qamişlo diyar kir ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Fazil Botan çawa ku di nava ARGK û HPG'ê de pêşengî û fermandarî kir, li Rojava jî bi heman karî rabû.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hesen Qamişlo têkildarî endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Fazil Botan, ked û pêşengiya wî ya ji bo Şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivî.

Hesen Qamişlo di destpêkê de fermandar Fazil Botan bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevalê Fazil bi rêbaza xwe ya jiyanê ya pêşeng, dilnizm, fedakar, hevrêtiya rast, hevaltiya durust dikare bê pênasekirin. Bi dilnizmî, bêfikar û bêteredût tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Jiyana wî bi temamî têkoşîn bû."

Hesen Qamişlo anî ziman ku Fazil Botan mîna derwêşekî bû û got, "Jiyana wî, liv û tevgera wî ji bo hevalên wî bû. Ji ber vê yekê jî gelekî dihate hezkirin. Çawa ku her tim û li deverên herî zehmet fermandarî ji PKK, ARGK û HPG'ê re kir, li Rojava jî pêşengî û fermandarî ji YPG'ê re kir. Eleqeya wî ya ji bo civat û hevalên têkoşînê, mînak dihate dîtin.

Bi têkoşîna xwe ya zêdeyî 34 salan, bi pratîk, moral, coş, şervaniya xwe, bi eleqedariya xwe ya mezin a ji bo şervanan, bi dilnizmî welê dihate naskirin ku bi hemû detayên jiyanê zanîbû. Ji gelek aliyan ve yekî mînak bû."

'LI HER DERÊ ŞOPA WÎ HEYE'

Hesen Qamişlo destnîşan kir ku li tevahiya Rojavayê Kurdistanê li gelek deveran şopa Fazil Botan heye û got, "Ji Til Hemîsê heta bi Til Berak, Serêkaniyê û Til Temirê dema ku mirov li eniyên me yên berê bigerin, dibînin ku bîranînên wî hene. Di keleh, xendek û eniyên parastinê de keda wî gelekî mezin e. Baweriya wê yekê da şervanan ku di vî şerî de dikarin xwe çawa biparêzin û şer bikin. Pere nas nedikir. Ti eleqeya xwe bi madiyatê re tune bû. Hevalan dema qalê dikirin carna wiha digotin, 'Çenteyê hevalê Fazil vekin. Dibe ku hûn hin tiştên ji salên 1988 û 89'an mane bibînin'. Her tiştên wî li ser manewiyatê bû. Ji ber vê yekê fermandarekî mezin ê efsanewî bû."

Hesen Qamişlo diyar kir ku dema Fazil Botan birîndar bû, ew di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de bûn û got, "Hevalê Fazil berpirsyarê eniya me bû. Çend roj piştî destpêkirina pêngavê, DAÎŞ'ê êrîşî Til Temirê kir. Êrîş gelekî mezin bû. Sedema êrîşê jî hewldana ji bo sivikkirina barê çeteyên li Til Hemîs û Til Berakê bû. Rêbazeke bi vî rengî ya DAÎŞ'ê hebû. Dema ku em li cihekî radibin pêngavê, wan jî êrîşa bersivdanê dikirin. Êrîşeke berfireh anîn ser Til Temirê. Til Temir bi giranî ji şêniyên Asûrî pêk tê. Bi vê wesîleyê têkoşîna hevalê Fazil ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo jiyaneke ewle ya Asûrî, Suryaniyan jî bû. Di vir de keda hevalê Fazil gelekî mezin e. Ne tenê di pozîsyona parastinê de, her wiha li hemberî DAÎŞ'ê dest bi pêngavê kir. Êrîşên DAÎŞ'ê yên li wir gav bi gav hatin şikandin. Heval her wiha li hemberî wan ketin nava pêngav û êrîşê.

Bi vî rengî Til Temir û gundên li derdorê hatin rizgarkirin, hatin kontrolkirin. Eniya parastinê hate avakirin, hêza li wir jinûve hate birêxistinkirin. Eger îro li Til Temirê xelkê me di nava aramiyê de be ev yek bi saya keda hevalê Fazil bû. Dema ku birîndar bû û ji bo tedawiyê çû jî fikra wî li ser vir bû. Li deverên ku şer diqewime dipirsî. Li gel birîna xwe ya giran jî aqlê wî li heval, şer û rewşa li vir bû. Timî li hevalên kevn ên li qadê nas dikir dipirsî."

Hesen Qamişlo destnîşan kir ku divê gelê Kurd zanibe eger îro Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tevahiya cîhanê mînak tê wergirtin, ev yek bi saya lehengên mîna Fazil Botan e û got, "Şoreşa Rojava mîrateya fedakariyên bi sedan lehengên vî gelî yên mîna heval Fazil Botan, Rûbar Qamişlo, Devrîm, Masîro û Arîn Mîrxan e. Şehadeta hevalê Fazil ji bo şoreşa Rojava û Kurdistanê windahiyek mezin bû. Weke şervan û şoreşgerên Kurdistanî divê em hevalê Fazil bi vî rengî bi bîr bînin û bidin ser şopa wî. Bila serê gelê Kurd, gelên bindest û hevalên wî sax be. Wî bi rêzdarî bi bîr tînim."