Plan û komployên derve ên li dijî herêmên Bakûr-Rojhilatî Sûriyeyê berdewam dikin. Ji êrîşa li ser girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê û heya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên domdar li dijî herêmê, hemî bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, ku li tevahî cîhanê deng vedaye û bi taybet li Rojhilata Navîn.
Bi vê çarçoveyê Ajansa Nûçeyan a Firatê hevdîtineke taybet bi hiqûqnas Hesen Mistefa re pêk anî.
Hesen destnîşan kir hemî xewnên dewletên derve yên ji bo zindîkirina DAIŞ`ê careke din, ji hêla hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine têk birin.
Hesen El-Mustafa got, "Grûpên ku li herêmê belav bûne ne rêxistinkirîne û bi awayekî ferdî kar dikin, lê eger li cihekî erdnîgarî yê diyarkirî bên komkirin, wê careke din xetereke mezin li tevahî cîhanê çêbikin. Her wiha hin dewlet ji bo berjewendiyên xweyî herêmî û navdewletî hewl didin ku terora DAIŞ`ê ji nû ve zindî bikin da ku planên xweyî qirêj û qirker li herêmê pêk bînin û herêmê perçe û asîmîlasiyon bikin. Êdî bi vê yekê desthilatdarî û mêtingeriya xwe li ser gelê herêmê bimeşînin û xewnên xweyî dagirkirinê bi cih bînin".
Mistefa bal kişand ser rola Tirkiyê di êrîşa li ser girtîgeha Sînayê ya girêdayî Xiwêranê li bajarê Hesekê û got "Êrîşa hovane ya li ser girtîgehê bi sekinîna leşkerên Tirk li ser sînorê Sûriyeyê hevdem bû. Ji vê yeke tê fêhmkirin ku êrîş bi plankirineke baldar pêk hatiye. Lêbelê bi pisporî û şarazabûna hêzên Sûriyeya Demokratîk û rayedarên ewlekariyê ên ku ji hemî aliyan ve hişyar bûn, ev komploya herêmî û navdewletî ya li dijî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate şikandin. Bi vê yekê nikarin careke din komployeke wiha pêk bînin. Ji ber ku hêzên QSD`ê bi serkeftineke mezin bi ser ketin û careke din li tevahî cîhanê deng vedan û heta hetayê rê li ber koployan girtin".
Mistefa bal kişand ser metirsiya ku DAIŞ`ê li ser tevahiya civaka navdewletî çêdike û got, "DAIŞ ne tenê li ser Rêveberiya Xweser cihê metirsiyê ye , lêbelê terora DAIŞ`ê li ser ewlehî û aramiya tevahî cîhanê cihê metirsiyeke mezin e û zindîkirina terora DAIŞ'ê ji nû ve wê careke din li ser tevahî cîhanê û herêmê gefeke rasteqînî be. Lê hêzên me ên QSD`ê ev teror careke din têk birin û li dijî koployeke bêbext a li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destaneke dîrokî nivîsandin. Ji ber vê yekê ji bo pûçkirina komployên ku Rêveberiya Xweser dikin hedef, divê em hişyar û baldar bin."
Mistefa diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re bûye sembol û mînakeke efsanewî û got ev komployên dûbare û ya dawîn jî li bajarê Hesekê ji me re wê yekê dide diyar dike ku ev komplo her û her berdewam in.
Mistefa dawî li gotina xwe anî û got "Bêguman ev komployên dûbare qet nikare têkoşîn û vîna me ya xurt têk bibe, em ê li ser rêça têkoşînê bimeşin û em ê hewil bidin ku projeyeke niştîmanî rasteqînî ava bikin. Jixwe Rêveberiya Xweser hewil dide ku pêşerojekê ji hêla erdnîgarî, demografî û çamdî ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re bêyî cêwaziyê ava bike".