Hemdan El-Abid: Dewleta Tirk terorê îxrac dike

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Abid diyar kir ku dewleta Tirk terorê îxracî Rojhilata Navîn, Efrîka û Ewropayê dike.

Hemdan El-Abid li ser dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji Rojhilata Navîn heta Efrîkaya Bakur û Ewropayê li pey projeya Osmaniyan e û got ku “Dewleta Tirk terorê îxrac dike.”

Hemdan El Abid got ku “Bi mudaxeleya dewleta Tirk rêxistinên wekî El Nusra û DAÎŞ’ê peyda bûn. Ji bo zindîkirina xeyalên xwe yên Osmaniyan ev tişt kirin. Parçeyekî Sûriyeyê dagir kirin û xwestin têxin nav axa xwe.

DEWLETA TIRK TERORÊ ÎXRAC DIKE
Dema ku komên çeteyan ên dewleta Tirk têk çûn, dewleta Tirk dest bi dagirkeriyê kir. Yek ji tişta din jî ev e ku dewleta Tirk terorê îxracî herêmê dike. Gelek serçeteyên DAÎŞ’ê di vî warî de li xwe mikur hatin. Ji Behra Spî heta Helep, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kerkuk û Mûsûlê dixwazin vê herêmê dagir bikin. Sermesele dema ku dewleta Tirk êrîşên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê da destpêkirin, berê girtîgeh û kampên endamên DAÎŞ’ê tê de ne, kir hedef. Armanca wan ev bû ku van çeteyan rizgar bikin.

SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN
Hemû komên qaşo li Sûriyeyê mûxalefet bûn ji Şam, Dera, Humus û Cûbarê yeko yeko hatin tasfiyekirin. Yên hatin tasfiyekirin, birin Îdlîbê. Niha jî wan li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tînin. Bi penaberan dixwaze çavê Ewropayê bitirsîne. Lê cihên ku dagir kiriye, terorîst û malbatên wan bi cih dike. Vê guherîna demografîk sûcê şer e. Li gorî peymanên navneteweyî ev sûc e. 160 dewletan îmze avêtine vî titşî. Lê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdengiyek heye.”
El Abid diyar kir ku projeya dewleta Tirk gelekî xetere ye û got ku “Em li Lîbyayê binihêrin. Îro mudaxeleyî Lîbyayê dike. Dewleta Tirk ji ser Îhvanê dixwaze gefan li Misir û Efrîkaya Bakur bixwe. Ji ber vê jî gelek terorîst şand wê derê. Bi vê re dixwaze gefan li Ewropayê jî bixwe.”

‘EM JI DIYALOGAN RE AMADE NE’
El Abid diyar kir ku ew amade ne bi hemû aliyan re rûnên û got ku, “Ji bo dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe, em amade ne diyalog û têkiliyan ava bikin. Rêveberiya Xweser peywira me eve  ku em xizmeta gelên xwe bikin.  Em parçeyekî Sûriyeyê ne. Me duh jî ev tişt digot, em îro jî heman tiştî dibêjin. “
Hemdan El-Abid diyar kir ku beşek axa wan hatiye dagirkirin û got ku “Ji bo ku em rûmeta xwe biparêzin, me koç kir, em dagirkeriyê qebûl nakin. Wan ev gel nas nekirin lê ew ê gel vê rewşê qebûl neke. Li her herêmên hatine dagirkirin gelê me serî hildidin û zilmê qebûl nakin. Tekane rêya me berxwedan e û em dev ji vê rêyê bernadin.”