Hejmara şehîdên Kobanê gihişt 5 kesan

Di encamê êrîşa duh êvarê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Kobanê pêk hatibû de hejmara şehîdan gihaşt 5 kesan.

Duh êvarî balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a Tirkan li Kobanê êrîş pêkanîbû, di encama êrîşê de 2 hemwelatî şehîd bûbûn û 7 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî agahiyên ku ji Meclîsa Malbata Şehîdan a Kobanê hate girtin, hemwelatiyê ku di êrîşê de birîndar bibûn û li nexweşxanê dihatin dermankirin 3 ji wan rexmê hemû mûdaxaleyên bijîşkan şehîd ketin.

Li gorî van agahiyan hejmara hemwelatiyên ku di encama êrîşa duh de şehîd bûn gihaşt 5 kesan. 4 hemwelatiyên ku birîndarin jî li nexweşxanê tên dermankirin. Navên şehîdan wihane; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên.

Cenazeyê 4 şehîdan wê sibê bi meresimekê werin definkirin.