Hejmara kesên di êrîşa artêşa Tirk de birîndar bibûn gihişt 8'an

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya li ser Gundê Ehres ê girêdayî Şehbayê de, malbatek tevahî birîndar bûn. Hejmara kesên di êrîşa Şehbayê de birîndar bibûn gihişte 8’an.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî nîvro dest bi êrîşên herêmên Şehbayê kirin û malên sivîlan kirin hedef. Di topbarana li bajaroka Til Rifetê de, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zarok jî di nav de bi giştî 8 sivîl birîndar bûn.

Piştre dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî Şehba û Efrînê berifeh kirin û gundê Eyn Deqne, Minx, Kefer Andon, Şehhabiyê, Til Medîq, Ehres, Um Qura û Um Hoş ên Şehba û gundê Merenaz û Dîr Cemal ên navçeya Şerawa ya Efrînê, dane ber topan. Heta niha bi dehan top li gundên navborî ketin.

Di encama topbarana li Gundê Ehres, Mûsa Hesen, hevjîna wî Cîhan Kosa û keça xwe ya 12 salî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndarên ku rakirine Nexweşxaneya Afrînê rewşa wan xeter e.

Topbaran li herêm Şehbayê bi hemû dijwariy xwe dewam dike.