Hefteyek li Efrînê: Revandin, talankirin, koçberkirina bi zorê
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di nava hefteyekê de gelek mirov hatin revandin, talan, wêran, koçberkirina bi zorê û guhertina demografiyê dewam kirin.
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di nava hefteyekê de gelek mirov hatin revandin, talan, wêran, koçberkirina bi zorê û guhertina demografiyê dewam kirin.
Dewleta Tirk piştî ku sala 2018'an Efrîn dagir kir, li herêmê rejîmeke terorê ava kir. Revandina mirovan, fîdye, talankirin, êşkence, kuştin, guhetina demografiyê li Efrînê bûne kiryarên rojane.
Plana bicihkirina milyonek penaberên Sûriyeyî li herêmê weke parçeyek ji projeya paqijiya etnîkî ya dewleta Tirk bi cih tê anîn. Kurd bi zordarî û komkujiyê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin, li şûna wan jî malbatên çeteyan û penaberên xwe li Tirkiyeyê girtine têne bicihkirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê di nava hefteyekê de 43 penaberên din ji Stenbolê hatin dersînorkirin û di deriyê sînor ê Hema yê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê derbasî kantonê hatin kirin.
Di heman çarçoveya sûcan de, dewleta Tirk a dagirker avahiyeke mêtingehiyê ku di destpêka Adara îsalê de avakirina wê dabû destpêkirin, bi dawî ir. Ew avahî li gundê Sindiyankê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye.
Li gorî çavkanî, di avahiyê de 50 yekîne hene, dê tê de malbatên çeteyên ′Şerqiye′ yên ji Dêrazorê bên bicihkirin.
Li gorî çavkaniyekî din ji kantona Efrînê, îstîxbarata ′Polîsên Sivîl′ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker dema 2 welatî vedigerîn Efrînê li Ezazê yê dagirkirî hatin revandin. Îstîxbaratê li hember serbestberdanê 10 hezar dolar ji malbatên wan xwestin.
Navên kesên hatine revandin; Cemîl Hikmet Cafer ji gundê Mamilo yê girêdayî navçeya Raco û Ednan Omer ji xelkê gundê Şorbe yê navçeya Mabeta ye û hîna çarenûsa wan her duyan nediyar e.
Leşkerên dewleta Tirk dema welatiyan hewl dida bi rêya sînorên Tirkiyeyê derkevin 70 welatî revandin û radestî çeteyên qaşo ′Têkoşîna li dijî qaçaqiyê′ yên girêdayî wê yên li kantona Efrînê kirin û li ser wan weke ceza lîreyên Tirkî ferz kirin.
Çavkaniyekê din jî diyar kir ku kesekî ji gundewarên başûrê Helebê ku li Efrînê ye, li hember welatiyekî Efrînê li mala xwe bi cih bibe hezar û 500 dolar lê ferz kir.
Heman çavkanî anî ziman ku kesê li mala welatiyê efrînî bi cih bûye tevahî tiştên di malê de dizînin.