Hediye Yûsûf: Pergala federal wê krîza Sûriyeyê çareser bike
Hediye Yûsûf got, em têkildarî modela federasyonê bi Rûsya, Îran û rejîma Esad re nîqaşan dikin.
Hediye Yûsûf got, em têkildarî modela federasyonê bi Rûsya, Îran û rejîma Esad re nîqaşan dikin.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Pergala Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsûf diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê wê bi pergala federal û feraseta neteweya demokratîk pêk were. Yûsûf got “Bi azadkirina Reqayê re wê deriyê çareseriyê vebe” û diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyeyê têk çûye.
Hediye Yûsûf got, em têkildarî modela federasyonê bi Rûsya, Îran û rejîma Esad re nîqaşan dikin.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Pergala Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf ji ANF’ê re axivî…
‘REQA WÊ DERIYÊ ÇARESERIYÊ VEKE’
Yûsûf ev tiştên hanê destnîşan kir:
“Hêzên herêmî her dem li ser Sûriyeyê ji xwe re plan çêdikirin. Dewleta Tirk û gelek dewletên din ên li herêmê xwestin beşdarî pêngava Reqayê bibin lê hesabê wan li hev derneket. Li Bakurê Sûriyeyê komên Artêşa Azad a Sûriyeyê bi hev ketine. Dewleta Tirk dixwaze bi van komên çeteyan Ezaz, Îdlîb, Cerablûs û Babê kontrol bike. Çareserkirina krîza Sûriyeyê têkiliya xwe bi azadkirina Reqayê heye. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Her roj li Reqayê bi sedan sîvîl tên rizgarkirin. DAIŞ li Reqayê têk diçe. Bi azadkirina Reqayê re wê li Sûriyeyê deriyekî nû yê çareseriyê vebe.
‘HÊZÊN SÛRIYEYÊ YÊN DEMOKRATÎK PRESTÎJ BI DEST XISTIN’
Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk 3 sal in li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin. Li Şedadê, Hol, Tişrîn û Minbicê têkoşiyan. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk gelê Sûriyeyê diparêze û di qada navneteweyî de prestîjê bi dest dixin.
‘MODELA HERÎ MAKÛL A JI BO ÇARESERIYA KRÎZÊ..’
Krîz û kaosa li Sûriyeyê derbasî qonaxeke din bûye. DYA, Rûsya û hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê li riyên zagonî digerin. Bi azadkirina Reqayê re wê hevsengên siyasî biguhere. Divê li Sûriyeyê gel karibe xwe li ser zemîneke zagonî temsîl bikin. Pergala federal jî navnîşana çareseriyê ya vê krîzê ye. Li dijî pergala navendîparêz, modela alternatîf a Xweseriya Demokratîk, projeya bingehîn a vî tiştî bû. Di qada navneteweyî de ya ku em xebata wê dikin û didin naskirin, modela federasyonê ye. Modela herî makûl a ji bo krîza li Sûriyeyê ye. Şoreşa Sûriyeyê wê ji pergala federasyonê pêk were.”
‘TIRKIYE TÊK ÇÛ’
Yûsûf diyar kir ku li Sûriyeyê dewleta Tirk têk çûye û got, “Divê hêzên navneteweyî jî helwesteke tund nîşan bidin.”
Yûsûf axaftina xwe wisa domand, “Tirkiye dewleteke NATO’yê ye. Li Sûriyeyê senaryoyên dagirkeriyê amade kir. Xwest Şoreşa Rojava têk bibe. Erdogan û AKP di şexsê Kurdan de dijminatiya gelên Sûriyeyê dike. Naxwaze pergala federasyonê pêk were.
Dewleta Tirk li her dera Kurdistanê siyaseta înkar û îmhayê dike. Dixwaze li Bakurê Kurdistanê û Kurdên Sûriyeyê di warê çandî, siyasî û leşkerî de têk biçin. Erdogan li Rojhilata Navîn dixwaze hemû çand û gelan ji holê rake û wan dike qurbana berjewendiyên xwe yên hegemonîk.”
‘EM BI RÛSYA, ÎRAN Û REJÎMÊ NÎQAŞ DIKIN’
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Pergala Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf têkildarî projeya federasyonê jî got, “Rejîma Baasê jî dizane ku Sûriye wekî berê nayê birêvebirin. Em naxwazin Sûriye parçe bibe. Bajarê Reqayê wê bibe avakirina pergala federasyon û gelên Sûriyeyê. Em bi Rûsya, Îran û Esad modela federasyonê û mîsogerkirina gelên Sûriyeyê nîqaş dikin. Sûriyeyeke nû û azadiya gelan wê li jêr banê federasyonê de be.”