HAT: Li gundewarên Hesekê 27 çete hatin girtin

Hêzên Antî Teror duh bi operasyonekê 27 çeteyên DAÎŞ’ê ku li herêmê êrîş pêk dianîn û xebatên şaneyên veşartî hêsan dikirin, girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên operasyonên serdegirtinê yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî lidar xistine, bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 27 çete li gundên Abid û Felaha yên Hesekê hatine girtin ku berê êrîşî sivîlan kiribûn û tevgera şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan kiribûn.

Her wiha hate eşkerekirin ku Hêzên Antîrerorê (HAT) beriya ku operasyonê li dar bixe, gelek lêpirsîn û xebatên şopandinê kirine û ev agahî hatin parvekirin: "Gelek çek û alavên teknîk bi wan re hatin desteserkirin. Ew alav di pêkanîna êrîşên terorîst, bûyerên hedefkirinê de bikar anîne, di çandina mayinan de bi kar anîne. Ev êrîş bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina fitne û tirsê di nava civaka me de pêk hatin.”

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku bi hemû sazûmaniya xwe bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê û şaneyên wê yên ku fitneyê di nav gel de belav dikin, wê bê bandor bikin.