HAT'ê li taxa Zihûrê operasyoneke berfireh kir

Hêzên Antî Terorê (HAT) li taxa Zihûrê ya Hesekê operaasyoneke berfireh a lêgerîn û sehkirinê da destpêkirin.

Operasyonên li taxên derdora girtîgeha Sînaa ya Hesekê berdewam in. Bi vê çarçoveyê Hêzên Antî Teror (HAT) vê sibê li taxa Zihûr a li rex girtîgeha Sînaa operasyona lêgerînê-sehkirinê da destpêkirin.

Pêncşema borî, hicreyên veşartî yên DAIŞ`ê êriş biribûn ser girtîgeha Sînaayê, ku 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê lê girî bûn. Gelek çeteyan xwe li taxa Zihûr veşartin.

Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê operasyon li dijî çeteyan li dar xistin. Piştî 3 rojan, hêzên leşkerî, çeteyên DAIŞ`ê di sûrên girtîgehê de dorpêç kirin û li taxên li rex girtîgehê operasyonên lêgerînê pêk anîn.

Duh sêşemê, QSD`ê gelek avahiyên girtîgehê kontrol kirin û 23 dîlên di destê DAIŞ`ê de rizgar kirin.