Gundî li dijî dagirkerî û wêrankirinê meşiyan

Li gundê Sefih ê başûrê rojhilatê Serêkaniyê ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi dehan kes ji ber binpêkirinên dagirkeran û nebaşbûna rewşa debarê xwepêşandan li dar xist.

Li gundê Sefih ê başûrê rojhilatê Serêkaniyê ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bi dehan kes ji ber binpêkirinên dagirkeran û nebaşbûna rewşa debarê xwepêşandan li dar xist. Ji dema ku dewleta Tirk Serêkaniyê dagirkiriye û heta roja îro, li dijî xelkê herêmê sûcên herî hovane dike. Mal û milkên welatiyan wêran dike û baçeyan li wan ferz dike.

Şêniyên gund li dijî wêrankirin û dagirkirinê bi berteke. Di saetên nîvro de, li gundê Sefh ê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê bi dehan şêniyên gundê û gundên derdora wê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dagirkeran û nebaşbûna rewşa debarê dan. Di dîmenê ku hatiye parvekirin de, şêniyek dibêj, nirxê 8 nan bûye bi hezar lîreyên Sûrî û yê depoyeke avê bi 15 hezar lîreyên Sûrî ye.

Gundî bi pankartên “Gel bi bêdengî dimire" bertekên xwe li dijî dagirkirî û wêrankirinê anîn ziman.