Gundên Şêrewa ya di bin dorpêçê de ye tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrewa ya di bin dorpêçê de ye da ber topan. Ji ber êrîşê ziyan gihişte zeviyên çandiniyê.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrewa ya di bin dorpêçê de ye da ber topan. Ji ber êrîşê ziyan gihişte zeviyên çandiniyê.
Hemwextî topbarana li ser gundê Soxanekê, Bênê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê, artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan gundên Burc Qas, Kulotê, Meyasa û Gundê Mezin topbaran kir, bi dehan topên moşekan li van gundan ketin.
Gundên navbor ên Şêrawayê di dorpêça dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de ne. Li beramberî van gundan dagirkerî hene û li aliyê rojhilatê jî Nubul û Zehara yên di bin serweriya hikumeta Şamê de ne.
Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ketin, hejmarek mezin a darên zeytûnan şiwitîn.
Topbaran hîna berdewam e.