Greva birçîbûnê ya li Qamişloyê di roja 3'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya li Qamişloyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî sê rojan dest pê kir, bi biryardarî didome.

Greva birçîbûnê ya dorveger a li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan pêk tê.

Çalakiya ku 154 kes tevlî bûne 3 roj in didome.

Ji çalakgeran endama Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê Gulşa Murad got, li dijî tecrîdkirina Ocalan wê timî li ser piyan bin.

Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) Idrîs Xelîl jî diyar kir, "Bi greva birçîbûnê em dixwazin dengê xwe bigihînin dewletên navneteweyî, ku nîşan bidin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîvaneke exlaqî nîne."