Greva birçîbûnê ya Qamişloyê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya Qamişloyê bi peyamên mezinkirina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo piştgiriya berxwedana li zindanên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi diruşma ′Em ê berxwedana zindanan zindî bikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêberê xwe azad bikin′ li pêş Komseriya Penaberan a NY′yê li taxa Siyahî ya Qamişloyê konê çalakiyê veda.

Di bin konê çalakiyê de endama Însiyatîfa Gel Semîre Mihemed berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket hole. Ji lew re îro tevahî pêkhate li dijî faşîsta Tirk a li dijî hêvî û armancên gelan e, disekine û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin."

Semîre wiha domand: "Siyasetên tecrîd û qirkirinê me ji Rêbertî bi dûr naxin û têkoşîn me têk nabin."

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ubeyd Ete jî bal kişand ser hembêzkirina gelan û civandina li dora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî kir û wiha got: "Fikrên Rêbertî îro ji gelên cîhanê re ku êdî di bin nîrê siyasetên rejîmên hegemon in, hêvî ne. Ji lew re tevahî gelên Kurdistan, Afrîkya, Amerîka Başûr û Ewropa banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Ete bang li aliyên hiqûqî kir ku tev bigerin da ku tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Ete wiha domand: "Ji her demê zêdetir em îro bi israr in û em ê di têkoşîn û lidarxistina çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk dewam bikin."

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên qirkirin û ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan gel ji têkoşîn û berxwedanê bi dûr naxe, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya gelekî dike, lê belê nûnertiya tevahî gelan, dozên wan dike û di oxira pêkanîna edaletê de têdikoşe.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û CPT′yê hate kirin ku der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bixebitin.

Di dawiyê de hate gotin wê têkoşînê bilind bikin, heta dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê ku sûcên li Îmraliyê pêk tên eşere bikin.

Wê çalakiyên greva birçîbûnê sibe li Amûdê 2 rojan dewam bike.