Greva birçîbûnê ya li Qamişloyê di roja 6'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Qamişloyê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tê, di roja 6'an de ye.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê greva birçîbûnê didome.

Çalakger 6 roj in bi rengekî dorveger di greva birçîbûnê de ne.

Yek ji berxwedêran Nûrî Derwêş e, ku biryardariya xwe bi gotina, "Em hîn bêhtir nêzî ruhê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, hevalên wan û Leyla Guven dibin" tîne ziman.

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) Şaxê Amûdê Mamed Mîrza jî got, "Em bi moraleke xurt tevlî grevê bûne. Em ê berxwedana xwe heta serketinê bidomînin."