Germahiya zêde dibe ku li Sûriyeyê bandorê li 12 milyon kesan bike

Li gorî raporeke saziyê alîkariyê yên navneteweyî ji ber hişkesalî û germahiya zêde li Sûriyeyê 12 milyon kes ji ava vexwarinê û elektrîkê bibin.

13 saziyên alîkariyê yên navneteweyî ku li Sûriyeyê ne, raporek weşand û diyar kirin ku di 70 salên dawîn de ev havîna herî germ e.

Di raporê de hate diyarkirin ji ber hişkesaliyê qadên çandiniyê baş nayên avdan, ji ber ava bendavên li Iraq û Sûriyeyê kêm bûye jî di warê hilberîna elektrîkê de jî dibe ku astengî pêk were.

Carsten Hansen ê ku nûnerê Konseya Penaberan a Norwecê ye diyar kir ku ji bo bi milyonan kesên li Sûriye û Iraqê di warê av û xurekan de krîz çêbibe. Hanse bi bîr xist ku a niha bi sed hezaran Iraqî penaber in û got “Krîza avê wê bibe sedem ku mirov ji cih û warên xwe bibin.”

Hansen bal kişand ser vî tiştî ku li Bakurê Sûriyeyê dema asta ava li bendavan kêm bibe, wê ev tişt bandorê li pêdiviya enerjiyê ya 3 milyon kesan bike û ji ber tunebûna avê wê hin nexweşî belav bibin.

Tê diyarkirin ku hişkesaliya li Iraqê wê bandorê bi qasî 7 milyon kesan bike.

Saziyê alîkariyê diyar dikin ku hilberîna genim a li eyaleta Nînowayê jî wê ji sedî 70 kêm bibe. Li Başûrê Kurdistanê jî ev rêje ji sedî 50 ye.

Saziyê alîkariyê yên ku organîzasyonên Mercy Corps, CARE û War Chîld jî di nav de cih digirin bang li rêveberiyên herêmî kirin û xwestin ji bo krîza vê tevdîrên lezgîn werbigirin.