BI DÎMEN

‘Ger yek jî ji me mabe, em ê li pey Rêber Apo bin’

Gelê Kantona Firatê diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Apo di mejiyê wan de hatiye çandin û ew ê ji 7 salî heya 70’ê salî li pey rêberê xwe bin.

Îro bi hezaran gelê Kantona Firatê li dijî Komploya Navneteweyî daketin qadan, gelê Kantona Firatê ji ajansa me ANF`ê re axivîn û gotin ku çi dibe bila bibe ew ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

EM Ê BI RIHÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN 

Şêniyê bi navê Reyen Hikmet got ku tu kes nikare roja me tarî bike û got: " Heya ku em hebin, em dê bi Rêberê xwe re bin. Divê em jî êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Digotin ku bi dîlgirtina Rêber Apo wê dîsa gelê Kurd were qirkirin lê belê wisa nebû û gelê Kurd roj bi roj rabûn ser piyan tekoşîna xwe berfirehtir kirin û rêberê xwe parastin. Werin em weke Kurd, Tirk, Aşûr, Ereb û Ermen bi ruhê neteweya demokratîk Rêber Apo  bi fîzîkî azad bikin!" 

Hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Firatê Ezîz Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi piştevaniya NATO`yê xwest ku careke din di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bike û got: "Armanca vê komployê ew e ku komploger dixwazin gel û Rêber Apo ji hev du veqetînin. Yek ji armanca tecrîda li ser Rêber Apo ew e lê belê gelê me bi Rêberê xwe ve hatiye girêdan û wê heta dawiyê jî xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derkeve. Dewletên NATO’yê jî baş dizanin ku kilîda çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û Rêber Apo bi xwe ye." 

Ezîz di berdewamiya axaftina xwe de got ku şoreşa me şoreşeke îdeolojîk e û  nemumkîn e ku tu kes bikaribe tune bike û got: ‘’ Gelek şoreşên kurdan çêbûn, û serkêşên wan şoreşan dihatin girtin û ew şoreş di cih de dihat çewisandin. Lê belê şoreşa me di bingeha xwe de şoreşeke îdeolojîk e û şoreşa me her ku diçe berfirehtir dibe. Ev îdeolojîya me jî ji bo tevahiya desthilatdarên faşîst  tirsek e û şoreşa me jî bi ser ket.’’

FIKR Û FELSEFEYA RÊBER APO DI MEJIYÊ ME DE HATIYE ÇANDIN  

Ciwanê bi navê Îmam Kemal anî ziman ku Fikr û felsefeya Rêber Apo di mejiyê me de hatiye çandin û got: "Rojhilata Navîn wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azad bibe û wê ew aloziyên li herêmê bi rêya Rêber Apo werin çareserkirin. Şoreşa me ya Rojava ku bi fikr û fesefeya Rêber Apo û bi azadiya jin û ciwanan gihîştiye  bilindtirîn astê. Fikr û felsefeya Rêber Apo di mejiyê me de hatiye çandin,  tu kes nikare roja me jî tarî bike, em ê bi tekoşînê û bi fikra Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin." 

Dayîka ji navçeya Çelebiyê ya bi navê Emîne Mistefa jî  destnîşan kir ku ew dixwazin êdî Rêber Apo di nava xwe de bibînin û ev yek anîn ziman: "Bi Rêber Apo re şoreşa me dest pê kir, em ê  jî şoreşa xwe berdewam bikin. Ev nêzîkî  3 salan e ku em tu agahiyan ji Rêber Apo nagirin. Heya ku Rêber Apo azad nebê, em ê tim li qadan bin. Ji 7 salî heta 70 salî em ê li pey Rêber Apo bin.  Bi qetilkirin û kuştinê  dawî li me nayê, ger yek jî ji me bimîne, em ê li pey rêberê xwe bin."