Gelo şefê DAÎŞ'ê Baxdadî ji aliyê QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin?

Gelek pispor û rayedarên Iraqî îdîa kirin ku şefê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Baxdadî li bajarokê Hajîn ê Sûriyeyê xwe vedişêre. Ev herêm ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin.

Tê gotin ku têkiliya Baxdadî tenê bi çend çeteyên nava rêxistinê heye û haya tenê çend kesan ji cihê wî heye. Li gorî dîmenên hin kesên nêzî şefê DAÎŞ'ê û gelek daneyên din, analîz li ser cihê ku Baxdadî xwe lê vedişêre analîz tê kirin.

Yek ji çeteyên ku gelekî nêzî Baxdadî ye, Iyad el-Cemîlî ye. Iyad el-Cemîlî di nava du salên dawî de li bajarên Bûkemal û Mayadîn ên nêzî Hajînê ne, hatibû dîtin. Vê rewê guman zêde kir. Wekî din, li gorî gelek daneyên din dibe ku Baxdadî li herêmê be.

Yek ji van daneyan jî ew e, ku di dîmenên DAÎŞ'ê de çete hê jî ji bo Baxdadî dibêjin 'şêxê me'. Li gorî şîroveke Îslamî ku cihê nîqaşê ye, ji bo keseke bibe xalîfe divê herêmekê kontrol bike.

Baxdadî cara destpêkê û ya dawî sala 2014'an li Mûsilê hatibû dîtin. Di vî dîmenî de ku piştî dagirkirina Mûsilê hate kişandin, Baxdadî xelîfetiya xwe radigihand. Ji wê demê ve gelek îdîa hatin kirin ku Baxdadî hatiye kuştin, ya jî birîndar bûye.

Lê belê çeteyên DAÎŞ'ê 28'ê Îlona 2017'an dengekî ku tê îdîakirin ê Baxdadî ye weşand û bi vê yekê re gumanên li ser mirina wî kêm bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li ser kuştina Baxdadî delîlên berbiçav li ber destê wan nîne. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî hê 25 milyon dolar ji bo kuştin an jî girtina wî weke xelat daniye.

GELO LI BAJAROKÊ HAJÎNÊ YE?

Dîrektorê Buroya Têkoşîna li dijî Terorê û Îstîxbarata Wezareta Karên Hundir a Iraqê Ebû Alî el Basrî got, dibe ku Baxdadî xwe li bajarokê Hajîn ê Sûriyeyê veşartibe.

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Medya Şer a Iraqê û Lêkolîne Saîd el-Ceyyaşî jî di nav de gelek pisporên terorê dibêjin, Baxdadî li herêmeke Sûriyeyê ya li nêzî sînorê Iraqê ye ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin.

Ceyyaşî îdîa dike ku eger Baxdadî hê dijî, ji bo veşartinê cihê herî guncaw, herêma li qiraxa Çemê Firatê ya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ye.

Ji şêwirmendên rêveberiya Bexdayê û pisporê 'komên cîhadîst' ên li Iraqê Hîşam el-Haşîmî jî anî ziman ku cihê Baxdadî xwe lê vedişêre, herêma ku DAÎŞ jê re "Wîlayeta Firatê" dibêje. Qala herêma ku bajarokê Hajînê jî di nav de ye dike.

Ji ku ber DAÎŞ'ê beşeke mezin a herêmên dagir kiriye ji dest daye, ji bo serkêşên rêxistinê kêm cih hene ku xwe lê veşêrin. Herêma li başûrê Çemê Firatê ya di kontrola DAÎŞ'ê de ye ji ber ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û têkiliya xwe ya bi Iraqê re hatiye birîn, ji bo serçeteyan ne cihekî guncaw e. Herêmên li bakurê çem jî ji aliyê QSD'ê ve tên paqijkirin.

BAJAROKÊ HAJÎNÊ Û PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de herêmeke berfireh ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirine. Ev pêngav piştî ku hêzên dewleta Tirk a dagirker 20'ê Çileyê êrîş birin ser Efrînê sekinî bû. Pêngavê 1'ê Gulanê ji nû ve dest pê kir. Şervanên QSD'ê ji 1'ê Gulanê û vir ve bi 20 kîlometreyan bi pêş ve çûn û li geliyê Firatê û seranserê sînorê Iraqê bi cih bûn.

Şervanên QSD'ê bi 5 kîlometreyan dûrî gundê Bagosê yê li ser sînor e. Gundê Bagosê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Gundê herî dawî yê li ser sînorê Iraqê ye, lewma girîng e. Ji fermandarên QSD'ê Şêrgo Hesekê ku operasyonê bi rê ve dibe, anî ziman ku piştî wan ev gund rizgar kirin wê DAÎŞ bi temamî ji aliyê QSD'ê ve hatibe dorpêçkirin.

Hesekê da xuyakirin ku ew bi 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Hajînê ye ku nifûsa sivîlan a lê zêde ye. Hesekê got, gelek serçeteyên DAÎŞ'ê xwe li nava sivîlên li vê derê veşartine.

TENÊ GUNDEK MA KU DAWÎ LI DAÎŞ'Ê BÊ ANÎN

Hesekê ev agahî da ANF'ê: "Herêma ku em operasyonê lê dikin, li ser çemê Firatê bi dirêjahiya 30 kîlometreyî ye. Kêm maye ku em pêwendiya DAÎŞ'ê bi sînorê Iraqê re bibirin. Ji bilî bajarokê Hajînê li herêmê herêmeke ku nifûseke zêde lê ye nemaye. Lewma, çete vê derê weke biryargehekê bi kar tînin. Hêzên me niha bi qasî 6-7 kîlometreyan nêzî navedan vî bajarokî ne. Û operasyon dewam dike."

Hesekê destnîşan kir ku paqijkirina vê herêmê wê were wateya qedandina DAÎŞ'ê û got, "Ev der herêma dawî ye ku DAÎŞ ji bo lojîstîk û cebilxaneyan bi kar tîne. Her wiha gelek ji serçeteyên rêxistinê ji ber ku cihekî birevê nemaye xwe li vir vedişêrin. Lewma rizgarkirina vê yekê wê dawî li DAÎŞ'ê bîne."