Gelên li Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Gelên Til Hemîsê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daketin qadan û gotin “Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Îro li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo piştgiriya QSD`ê ku parastina mafên xwe yên rewa dikin, bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyan, meclîsa navçeyê, bajaran û rûspiyên eşîran meşek li dar xist.

Xwepêşandêran alên QSD, YPG, YPJ, Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên "Xaka Sûriyeyê ji Erdogan û DAIŞ`ê re wê bibe goristan","Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re, armanca wan dagirkerî û wêrankirin e" û "Em dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe red dikin" hildan. Her wiha zarokan jî wêneyên zarokên Efrînê yên dema Efrîn hate dagirkirin, hildan.

Meş li ber Qada Şehîdan rawestiya û li wir veguherî mîtîngê. Li ser navê rûspiyên eşîrên navçeyê rûspiyê eşîra Amûd Ehmed Şitî û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî axivîn.

Amûd Şitî got “Ji ava Dîcle bigire û heta beravên Sûriyeyê, ew yekdest in. Em ji cîhanê re dibêjin, em yek in. Na ji dagirkeriyê re. Ka raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, kê zarok û jinên li herêmên me qetil kirin? Divê em li dijî Osmaniyên nû yekdest bin û ji QSD`ê re bibêjin, silav ji we re lehengên sozdar, em jî li ser rêya we û şehîdan in.”

Mihemed Xilêwî diyar kir ku wan xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kiriye, ew jî wekî hemû gelên cîhanê wê destkeftiyên xwe biparêzin.