Gelên herêma Efrinê ji bo Ocalan daketin qadan
Li navçeya Şiyê û herêma Cindirêsê bi deh hezaran welatiyên Kurd û Ereb bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristî û ewlehiya wî daqetin qadan.
Li navçeya Şiyê û herêma Cindirêsê bi deh hezaran welatiyên Kurd û Ereb bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristî û ewlehiya wî daqetin qadan.
Li herêma Efrînê, çalakiyên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Di vê çarçoveyê de bi deh hezaran kes ji bo Ocalan daketin qadan.
ŞIYÊ
Li navçeya Şiyê ya herêma Efrînê bi hezaran welaiyên Ereb û Kurd ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, ala TEV-DEM, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava û Meclîsa Malbatên Şehîdan bilind kiribûn, meş ji qada 19‘ê Tîrmehê ya navçeyê dest pê kirin.
Çalakvanan ku di nava kolanan de geriyan bê navber dirûşmeyên ji Ocalan re azadî û şeremzarkirina tecrîdê beriz dikirin.
Çalakî li ber Buroya PYD‘ê veguherî mitîngê. Çalakvanan deqeyek rêzgirtin rawestiyan, paşê Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya navçeya Şiyê Mihemed Ekaş û Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Bekir axivîn.
Di axaftinana de bang li dewleta Tirkiyê hate kirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bike û hate diyarkirin ku ew ê bi fikirê Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
Mîtingî bi dirûşmeyên ji Ocalan re azadî bi dawî bû.
CINDIRÊSÊ
Bi hezaran şêniyên herêma Cindirêsê û gundên girêdayî wê bi heman armancê meşeke lidar xisitn.
Di meşê de pankartên ku bi ziman kurdî û erebî hatibûn nivîsandin “Bê Serok jiyan nabe”, ” Em tecîrda li ser Rêber APO şermezar dikin”, “Azadiya Rêber Ocalan ji azadiya gelên bindest e” û “Em dixwazin ku komîteyeke serbixwe biçe Îmralî” hatibûn vekirin.
Meş ji pêşiya navenda TEV-DEM‘ê ya herêma Cindirêsê dest pê kir û heya qada Sûka Hal a bakurê herêmê berdewam kir. Di wê navberê de, dirûşmeyên şermzarkirina tecrîda li ser Ocalan û daxwaza eşkerekirina rewşa wî hatin qîrkirin.
Meş li qada Sûka Hal, veguherî mitîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya herêma Cindirêsê Mihemed Naso, Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyaye Demokratîk Xiyas Toma, endama Kongreya Star a herêma Cindirêsê Hesna Hesen û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Asya Ebdo axivîn.
Di axaftinan de hate gotin ku Ocalan ji 18 salan ve di greva Îmralî de ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û hate gotin ku Ocalan rêberê hemû gelan e.
Axaftivanan daxwaz kirin ku komîteyeke serbixwe biçe Îmralî û rewşa Ocalan nas bike.
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.