Têkildarî pêngavên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di asta herêmî û navneteweyî de bi çalakiyan dewam dike, dadwerê Buroya Dada Civakî ya Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Îbrahîm ji ANF'ê re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de El Îbrahîm diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke navneteweyî ye û ragihand ku cihê vê tecrîdê di nava cîhana azadîxwaz de nîne.
El Îbrahîm bal kişand ser hewldanên di asta navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têne kirin û got, "Gelên cuda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bangê dikin. Ji ber ku azadiya xwe di nava fikrên Rêbertî de dibînin."
Di dewama axaftina xwe de El Îbrahîm got, "Pergalên kapîtalîst li dijî azadî û neteweya demokratîk in, ji ber ku kapîtalîzm sîstemeke mêtinger e. Rêbertî li dijî kapîtalîzmê bang kir, kapîtalîzm jî bi tirsa ku ji holê rabe, nahêle ku fikirên rêbertî belav bibe. Ji ber ku milet rêya azadî û ya kapîtalîzmê nas kirine."
Dadwerê Buroya Dadweriya Civakî ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Îbrahîm El-Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: "Li aliyê din îro Girtîgeha Îmraliyê bûye sembol, Rêber Abdullah Ocalan li vê zindanê yan jî di nav çar dîwaran de ne girtî ye. Berovajî vê, ew bûye îkonek taybet ku ji her çar aliyên girtîgehê banga azadiyê dike û ew meraq dikin ku ew çawa bûye sembola azadiyê. Bi baweriya min Rêbertî bi awayekî berfireh û tam banga azadiyê kiriye û kedeke mezin da ku kapîtalîzmê ji holê rake."
Endamê Meclîsa Dada Civakî ya bajarê Minbicê Îmad Ehmed jî got: “Em behsa fîlozof Rêber Abdullah Ocalan, rêberê mirovahiyê û aştiyê dikin ku ji bo azadiya gelan û ji bo civak bigihêje civakeke exlaqî û polîtîk a azad, têkoşiya ye. Rêber Abdullah Ocalan bi ramanê xwe karîbû civakên bindest, azad bike."
Di dewama axaftina xwe de got, "Rêber Ocalan di encama komploya navneteweyî de ya ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hate kirin, bi awayekî kêfî dîl hate girtin. Armanca van dewletan diyar e, ku dixwazin civakê bikin kole û civakê ji azadiyê bêpar bikin."
Îmad Ehmed anî ziman ku li gel tecrîda giran jî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bêhtir li nava cîhanê belav dibe û got, "Dewleta Tirk piştî ku dît gelan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind kir, tecrîd hîn bêhtir şidand."
Di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em dibînin ku di van demên dawî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngavên civakî zêde bûne. Di serî de pêngava Sûriyeyê ku zêdetirî 70 ji bajaran pêk tê. Fikrên Rêbertî ku ji gelek gelên bindest re azadî anî û rêya rast ji wan re ronî kir."
Endamê Meclîsa Dada Civakî ya bajarê Minbicê Îmad Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, "Rêber ew e ku rêya azadiyê ji me re ronî kiriye û divê em li ser çalakiyên xwe berdewam bin, ku dîwarên Îmraliyê bişkînin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehên faşîstên Tirk bi dest bixin."