Gelên Bakurê Sûriyeyê li Minbicê li dijî dagirkeriyê dimeşin

Bi hezaran welatiyên ji gelên Bakurê Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên li Minbicê tên xwarin dimeşin.

Bi hezaran welatiyên Minbic, Reqa, Dêra Zorê, herêma Cizîrê, Kobanê, Girê Spî û Tebqayê, ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar bikin û li ber gefên ku li Minbicê dixwin rabin, li Minbicê li hev civiyan.

Girseya gel ji çerxerêya Sebî Behrat dest bi meşê kirin. Nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û leşkerî jî tevlî meşê bûne.

Meşa ku heta niha dewam dike de, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî tê parastin.

Tê payîn ku piştî meşê li Qada Gişt mîtîng bê kirin.