Gelê Til Temirê şehîdê xwe spart axê

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Fehed Ebdilezîz, li Til Temirê hate veşartin.

Ji bo rakirina cenazeyê Hêzên Asayîşê Fehed Ebdilezîz, ku 16'ê Cotmehê dema bi erka xwe radibû şehîd bû, bi sedan kes li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan li hev civiyan.

Girseya gel cenaze rakir û bir şehîdgeha Til Temirê. Merasîma li şehîdgehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Hêzên Asayîşê Selman Nûhî û bi navê Meclîsa Malbatên Şehıdan jî Tahir Yûnis axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Cenazeyê Fehed Ebdilezîz li dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.