Gelê Tebqayê cenazeyên şehîd Cedî, Ewad û Nindî veşartin

Cenazeyên Şervanê QSD’ê Ehmed Cedî, şervanê YPG’ê Beşar Ewad û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cewherî Mueyed Nindî bi merasîmekê li Tebqayê hatin veşartin.

Gelê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Cedî, şervanê YPG’ê Beşar Ewad û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mueyed Nindî yên ku şehîd ketine, bi merasîmekê veşatin. Bi sedan welatiyên ku cenaze ji nexweşxaneya Wetenî wergirtin, ber bi Goristana Şehidan ve ketin rê. Di merasîma cenazeyan a ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kiri de Fermanarê QSD’ê Zinar Kobanê axivî û got; “Em ê bersivek tund bidin dagirkeran.”

Hevseroka Komîteya Parastina Tebqa Fatma Reşo jî wiha got; “Emê li ser şopa şehîdan bimeşin.”

 Piştî axaftinan, cenazeyên şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.