‘Gelê Suryan ew ê dagirkeriyê qebûl neke, li ber xwe bide’

Li dijî gefên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnûn gel her roja diçe zêdetir dibe. Nûnerên Suryaniyan diyar kirin ku ew ê dagirkeriyê qebûl nekin û bi hemû hêza xwe liber xwe bidin.

Endama Partiya Yekitîya Suryan û Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Kantona Cizîrê Nazîra Gewriye û Berdevkê Ciwanên Suryanî Ramî Îsa têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe nişan dan.

Gewriye; “Li dijî êrîşên faşist yên AKP û hikûmeta Tirkiyeyê ku dibin rêveberiya Erdogan de ye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava berxwedanê de ye.”

Gewriye bal kişand li ser zêdebûna gefên rejîma Tirk ên li ser herêmê û got armanca dewleta Tirk ji holê rakirina projeya netewa demorkatîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa ewlehiyê ya ku ji aliyê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî avakirin ne.

Gewriye wiha domand; “Beriya niha jî heman polîtîkayên dagirkerî û gefên êrîşê li ser Efrînê hate kirin û di vê nuqteyê de hate dagirkirin. Gelê Efrînê ji Efrînê hate derxistin, heman siyaset li Bab û Cerablûsê hate meşandin. Dewleta Tirk dixwaze bi komên çete Ehrar û Şam û El Nûsra herêmê bike bin kontrola xwe û dagir bike. Armanca wan ew e  li herêmên ku ewlehiya wan ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê parastin, metirsiyê bixe ser ewlehiyê û van herêman bixin bin kontrola komên terorîst de. Armanceke din a wan ew e ku ji holê rakirina QSD û hêzên din ên leşkerî ne.”

‘EM AMADE NE BI HEMÛ ÎMKANÊN XWE BIPARÊZIN’

Endama Partiya Yekitîya Suryan û Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Kantona Cizîrê Nazîra Gewriye herî dawî got; “Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Erep, Çerkez, Suryanî û Ermenî ji vê politikaya dagirkeriyê re dibêjin na. Dewleta Tirk bi navê ‘herêma ewle’ dixwaze xakê dagir bike, em ê ji vê re bibêjin ‘raweste’.  Em bi hemû îmkanên xwe amade ne ji bo parastina xaka xwe. Armanca Erdogan şikandina îradeya gele herêmê ye. Rejîma Tirk niha dixwaze hemû destkeftiyên ku gelan heta niha bidestxistî tüne bike.”

‘EM Ê BI HEMÛ ÎRADEYA XWE LI BER XWE BIDIN’

Berdevkê Ciwanên Suryan Ramî Îsa jî wiha got; “Dîrok dîsan dûbare dibe. Bi vê wesîleyê em dibinin ku dijminên me xwe dûbare dikin. Dewleta Tirk di paşerojê de jî li dijî gelen herêmê û dijminatî kiriye. Îro dîsan li ser vî bingehî hewl dide herêmê dagir bike.

Erdogan û leşkerên dibin fermandariya wî de îro amadekariyan dike ku êrîşeke li dijî meclîsên me yên leşkerî bike. Em Meclîsa Leşkerî ya Suryan, YPG, YPJ û bi taybet ciwanên Suryan em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk liber xwe bidin.”

Îsa bi domdarî got; “Îro em naxwazin dîrok dîsan dûbare bibe. Em naxwazin Sayfoyan, Helebce dûbare bibin. Komkujiya Semele bi deste hişmendiya Îttîhat û Terakkî ya îro bi AKP’ê hatiye kirin. Sedemê komkujiyên li ser gelê Kurd, Ermen û EReban hatî meşandin dewleta Tirk e. Em Kurd, Ereb û ciwanên Suryan em ê bi hemû îradeya xwe li dijî êrîşan xaka xwe biparêzin. Di bingehê yekîtiya gelan de, bi hişmendiya Netewa Demorkatîk em ê xaka xwe biparêzin û êrîşan vale derbixînin.”