Gelê Sirînê ji bo Efrînê meşiya

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Efrînê û herêma Şehbayê, gelê bajarokê Sirînê meşiya.

Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarokê Sirînê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Efrînê û Şahbayê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek bi dirûşma "Efrîn ne bi tenê ye, Sirîn li pişta te ye" lidar xist.

Endamên Saziya Civaka Sivîl, Meclîsa TEV-DEM'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê jî di nav de bi sedan welatiyên Sirînê beşdarî meşê bûn. Meşvanan pankartên bi nivîsa "Efrîn ne bi tenê ye, Sirîn li pişta te ye", "azadî ji serok APO re", "Bijî berxwedana Efrînê" nivîsandî hildan û bi qîrîna dirûşman dilsoziya xwe ya bi Efrînê re nîşan dan.

Meş ji çerxereya Şaredariyê destpê kir û heta  Qada Şehîdan a li navenda bajarokê Sirînê dewam kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, li vê derê axaftin hate kirin.

Li ser navê Meclîsa TEV-DEM'ê ya bajarokê Sirînê Hevserokê Meclîsê Ebdilrehman Demir axivî û got: "Em welatiyên Sirînê êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Kantona Efrînê bajarê zeytûnan û herêmên Şahbayê şermezar dikin. Tirkiye pir şaştiyan dike û nikare metreyekê  derbasî xaka me bibe, ku bi xwîna Şehîdan hatiye avdan."

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivî û got: "Di destpêkê de em vê pêngava dîrokî ku welatiyên bajarokê Sirînê ji bo piştgiriya gelê Efrînê û şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan çalakî lidar xistine,  silav dikin."

Şêxo destnîşan kir, armanca dijminahiya Tirkiyeyê li herêmê ew e ku sîstema demokraîtk tine bike.

Piştre zaroka bi navê Dûha El-Îsa helbest li ser berxwedanan Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê xwend.

Meş bi dirûşmeyên ji bo silavkirina berxwedana Kantona Efrînê û Îmrali, bi dawî bû.