Gelê li Efrînê li ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rabû

Gelê li nava bajêr maye nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Li dijî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, mirovên li nava bajêr mane doh çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Li taxa Mahmûdiye ya Efrînê, ji ber kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dagirkeran, di navbera gel û çeteyên dagirker de pêr bi şev alozî derket. Doh bi roj jî xwepêşandaneke protestoyî hate kirin.

Şêniyên li taxa Mahmûdiyeyê kiryarên qirêj û dizîtiya çeteyan şermezar kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, leşker û îstîxbarata Tirk yekser dest li gel werdane û gef li mirovan xwarine. Hêrsa gel a li dijî zext û gefan mezin dibe.