Gelê Kobanê xwedî li pêngava azadiyê derket
Gelê Kobanê xwedî li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” derket.
Gelê Kobanê xwedî li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” derket.
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd a navenda bajêr hatin cem hev û dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin.
Girseyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, bênavber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê Sara Xelîl di çalakiyê de axivî û diyar kir ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Sara Xelîl anî ziman ku berxwedana li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirêj ên hêzên derve pûç kir.
Hevserokê Kantona Grê Spî Hemîd El Ebd jî ev tişt anî ziman: "Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bigihêje mafên xwe divê em têkoşînê mezin bikin, berxwedanê mezin bikin û xebatên xwe mezintir bikin."