Gelê Kobanê şehîdên xwe oxir kir

Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê şehîd Mesûd Îbrahîm û Rêber Temo li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke heybet oxir kirin.

Şervanê QSD'ê Rêber Temor (Şiyar Şêran) ji navçeya Şêran e, dema erka xwe bi cih dianî di encama qeyrana dil de şehîd bû. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  Mesûd Îbrahîn (Behdînan Kobanê) ji gundê Ziravkê ye, 25'ê Kanûnê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyên bajarê Minbicê de şehîd bû.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji deriyê ketina bajarê Kobanê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve ketin rê. Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

'CIWANAN DIKIN HEDEF'

Li goristanê hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê û endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ciwanan dike hedef, ji ber ku dizane ew bingeha civakê ne û ji wan birêxistinkirin û têkoşîn destpê dike.

'EM Ê LI PEY ŞOPA ŞEHÎDAN BIN'

Xelîl anî ziman ku PDK û civata navneteweyî berpirsên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha got: "Heta em herêmên xwe ji xayîn û sîxoran paqij bikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin û timî li pey şopa şehîdan bin."

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya şehîdan pêk hatine, têk bibe.

TÊKILIYA GEL Û ŞEHÎDAN

Şêxo bilêv kir ku ew di wê baweriyê de ye ku tu kesek nikare têkiliya xurt di navbera gelê herêmê û şehîdan de qut bike û got: "Bi rêya kiryarên derexlaqî, sixortî û xayînan wan bi xapîne. Dijmin dizane ku nikare şoreşa Rojava û gelê wê yê berxwedêr tune bike. Lewra hewl dide planên xwe bi rêya kiryarên derexlaqî pêk bîn.”

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan belgeya şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du  şehîdan bi diruşmeyan sipartin axê.