Meş ji aliyê TEV-DEM′ê ve bi beşdariya şêniyên gundewarên başûrê Kantona Kobanê, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik û şervanên YPG/YPJ′ê, hat lidarxistin.
Meş ji gundê Donxiz a biçûk dest pê kir û heta Donxiz a mezin dom kir. meşvanan pankartên 'Gelê Kobanê daxwaza azadiya Ocalan dikin', 'Em berxwedana Efrînê silav dikin' û 'Bijî berxwedana Efrînê' vekiribûn û wêneyên Ocalan rakiribûn. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û daxwaza azadiya Ocalan berz kirin.
Meşvan li dibistana gundê Donxiz ê mezin kom bûn û deqeyek rêz girtin. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik axivî û wiha got; "Gelê Kobanê piştgiriya berxwedana gelê Efrînê dike. Bila Erdogan bizanibe ku êrîşên hovane, tu carî vîna gelê Efrînê naşikînin. Ev êrîş hêza me û girêdana bi welat re, zêde dike. Wê gelê Bakurê Sûriyê li hember dagirkeriyê, hevgirtina xwe xurt bikin.″
Her wiha Endamê Rêveberiya Mala Gel a gundê Girdê Mehmûd Hesen êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê şermezar kir.
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, bi dawî bû.