Gelê Kobanê ji bo azadiya Ocalan daket qadan

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM′ê) ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kontona Kobanê meşiyan.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê , Saziyên Civaka Sivîl, Hêzên Leşkerî (Tirafîk, Erka Xweparastinê ,HPC′ê, HAT û Asayîş) tevlî meşê bûn.

Meşvanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan û alên YPG/ YPJ/TEV-DEM′ê rakirin.

Di meşê de li ser navê Rêveberiya Xweser Xalid Berkel axivî û daxwaz kir ku gelê herêmê beşdarî hilbijartinên Federaliyê bibin û dengê xwe bidin.

Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.