Gelê Kobanê azadkirina bajêr û avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Gelê Kobanê salvegera azadkirina Kobanê û ya avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kirin.
Gelê Kobanê salvegera azadkirina Kobanê û ya avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kirin.
Şahî li Hola Firat a li ser rêya Heleb-Kobanê bi dirûşmeya “Em hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîhanê bi salvegera 8’an a damezirandina Rêveberiya Xweser û salvegera 7’an a binkeftina DAIŞ’ê li Kobanê, pîroz dikin” li dar ket.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê, şandeyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek rûspiyên Ereb ên Reqayê, endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji Minbicê tev li şahiyê bûn.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: “8 sal di ser damezirandina Rêveberiya Xweser re û 7 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê re derbas bûn. Dîrok li Hesekê dubare bû û ev yek îsbat dike ku QSD’ê destkeftiyên gel û şehîdan diparêze û dê bi ser bikeve.”
Zozan di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina têkoşînê da û her wiha destnîşan kir ku bêyî tevlêbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne pêkan e.
Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî jî got: “Dema em dibêjin Rêveberiya Xweser, em salên dirêj ên têkoşîna gelê Kurd bi bîr tînin. Em bi hezaran şehîdan ne tenê şehîdên berxwedana Kobanê lê belê şehîdên azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin.”
Etî diyar kir ku Rêveberiya Xweser berhema wê têkoşînê ye û ji bo parastina mafên gelan li Rojhilata Navîn bê cudahî ava bû.
Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb axivî û got: “DAIŞ li vir bi bin ket. Serkeftina li Kobanê; serkeftineke siyasî, leşkerî û sivîl bû. Em vê serkeftinê li hêzên xwe pîroz dikin. Serkeftina QSD’ê serkeftina me ye û serfirazî ye. Her tim dê serkeftin para me be.”
Her wiha di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Macîde destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din hewl da gelê herêmê li Hesekê tune bike, lê bi saya berxwedana hêzên têkoşer îsbat bû ku Kobanê dê her tim a gelê xwe be û Hesekê bi bin nakeve û dê gelê herêmê bi ser bikeve.
Di şahiyê de gelek komên hunerî berhemên xwe pêşandan û gelek peyamên pîrozbahiyê yên gelek sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin.