Gelê Kobanê 8 şehîdên xwe veşart

8 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bûn, îro li Kobanê hatin veşartin.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê 8 şervanên QSD`ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin

Şervanên QSD`ê di oxira parastina kantona Girê Spî de şehîd bûne. Navên şehîdan wiha ne: Murad Konêş (Rojhat Carcîl), Mehmûd Daharkor (Emîn Bahoz), Botan Farqîn, şervana YPJ’ê Kêdar Amed, Edîb Simo, Şoreş û navên 2 şehîdên din hêj nehatine naskirin.

Merasîm bi beşariya bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl li dar ket. Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefayê Îto axivî û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dîsa Berxwedana Serdemê dubare dibe, gel bi berxwedana xwe, da ku parastina rûmet û dîroka xwe bike, efsaneyan dinivîse.

Mistefayê Îto diyar kir ku dijmin li dijî gelê herêmê şerê derûnî dide meşandin, da ku di nava gel de nerehetiyê derxe, koçber bike û vîna wan bişikîne. Îto di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya naskirina plan û komployên dijmin.

Her wiha berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Anter axivî û got ew rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk ku destekeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe û wê li dijî dagirkeriyê bisekinin.

Piştî axaftinan, cenazeyên şehîdan bi sloganên "Şehîd namirin" hatin veşartin.