BI DÎMEN

Gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan

Bi sedan gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê ku li pey xwe 6 sal hişt, daketin qadan.

Di 18’ê Adara 2018`an bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve piştî 58 rojên berxwedana keç û xortên Efrînî, hate dagirkirin. 6 sal derbas ji ser dagirkeriyê derbas bûn û îro bi sedan gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan.

Di meşê de çiqilên darên zeytûnê û alên Rêber Apo bilind kirin û bê navber dirûşmeya; "Soza me vegera li Efrînê ye" hate berzkirin. 

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heya Qada Aşitî dewam kir. Piştî ku meş gihîşt Qada Aşitîyê deqeyekê rêz hate girtin. Endamê Meclîsa Giştî Ya Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û got ku raya giştî li hemberî kiryarên li Efrînê pêk hatin, bêdeng ma û  hewce ye li hemberî van kiryaran di zûtirîn dem de serî bê hildan. 

Xoce di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘’Ev 6 sal in Efrîna bajarê aşitiyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Beriya dagirkirina Efrînê gel di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi aramî jiya. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û siyaseta wê li hemberî wê aşitî û aramiyê rabûn û ew herêm kir herêmeke tarî. Hemû cihên dîrokî rûxandin, kiryarên qirêj yên weke guhertina demokrafîyê, koçberî, destdirêjî, revandin û tundîyê pêk anîn. Siyaseta qirkirin û îmhakirinê li Efrînê tê meşandin." 

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.