BI DÎMEN

Gelê Kantona Firatê bi coş Newrozê pêşwazî dikin

Bi boneya Cejna Newrozê gelê Kantona Firatê ji 1’ê Adarê ve xwe ji hatina wê rojê re amade dikin.

LI KANTONA FIRATÊ AMADEKARIYÊN NEWROZÊ

Cejna Newrozê ew cejn e ku tê wateya serîrakirina li hemberî desthilatdariyê. Cejna serîrakirinan li hemberî Dehaqan e, berxwedan e. Cejna Newrozê dawîanîna Dehaqan e, ew dawîanîn ji bo hemû neteweyan  bû çirûska azadiyê bi taybet jî ji bo neteweya Kurd.

Hemû desthilatdariyên ku xaka Kurdistanê dagir kirine, xwestine ku neteweya Kurd tune bikin. Lê belê gelê me bi vîna xwe li hemberî van faşîst û dagirkerên Kurdistanê serî rakirin û di nava zehmettirîn şert û mercan de Newroza xwe pîroz dikin û  li dora agirê ku dawiya desthilatdariyê anî govenda azadiyê digerandin û ew govend jî ji hemû  desthilatdariyên faşîst re bû tirseke mezin.

Piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê gelê Kurd bi coş, bi rengê kesk, sor û zer Newroza xwe pîroz dikirin. Lê belê dîsa jî ew desthilatdariyên dagirker, tu carî nehîştine ku Kurd bi awayekî azad cejna xwe pîroz bikin û ew roj tim dihat qedexekirin. Lê belê bi dirûşma; ‘Berxwedan Jiyan e’ agirê Newrozê geş bû û bi dengê Ronahî, Zekiye Alkan û Rahşanan jî berdewam kir. Agirê Newrozê venamire û wê tu carî jî venemire.

Gelê Kantona Firatê jî piştî Şoreşa Rojava Newroza xwe êdî bi awayekî azad pîroz dikin û gelekî beriya cejnê bi kelecaneke mezin amadekariyên pîrozbahiyê û cil û bergên xwe yên gelêrî dikin.  Di şeva Newrozê de agirê azadiyê li her her derê xwe nîşan dide û govenda azadiyê ya li dora agirê azadiyê bi coşeke mezin tê gerandin.

Gelê Kantona Firatê jî ku ji meha destpêka sala 2024`an ve ji bo Newrozê amadekariyên weke cil û bergên gelêrî  û komên hunerî dikin.

Hevseroka Çand û Hunerê ya Baqî Xido Emîne Hisênê ji ANF’ê axivî û qala bernameya Newrozê kir û got ku mêvanên me jî ji bo Newrozê hene û wiha domand: "Ji bo amadekariyên Newrozê beriya sê heyvan em dest bi amadekariyên Newrozê dikin. Di bernameya Newrozê ya Kobanê de jî wê 9 beşên hunerî amade bin. Wê sê komên ji Navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido yên bi navê Koma Gîvara, Koma Botan û Koma Hîlala Zêrîn a Şehîd Barîn amade bin. Wê hunermendê mêvan jî yên weke hevalê Baran, Silava Bozo, Aycan di pîrozbahiyê de cih bigirin û wê gelek komên din yên şano û govendê jî amade bin."

Cildirûyê bi navê Ebdilselam Elî qala coşa gel ji 8`ê Adarê û Newrozê re kir û got: "Bi hatina Newrozê re gelê me eleqeyeke mezin nîşanî cil û bergên gelêrî dide. Gelek kes weke amadekiya cejna Newrozê ji xwe re cil û bergên gelêrî dide dirûtin. Ev 22 sal in ez cildirûtiyê dikim, bi hezkirin û kêfxweşî ez vî karî dikim. Sedema vê kêfxweşiya me jî em dikarin bibêjin ku Şoreşa Rojava ye."

Li gorî agahiyên Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê, Newroza Kobanê wê li pesara Miştenûrê were pîrozkirin.