Gelê Hesekê 7 şehîdên xwe spart axê
Cenazeyên 7 şervanên YPG'ê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 7 şervanên YPG'ê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên şervanên YPGʹê Ramî Taha (Nîdal Evîn), Tariq Hesen Nezal (Tariq Hesekê), Mihemed Hesen Erabî (Mûrad Hesekê), Dijwar Ebdullrehman Hesen (Egîd Agirî), Hemîd Elî (Sencar Hesekê), Mihemed Izo Salim (Meîş Hesekê) û Mûnîr Salih Hemîd (Mazlûm Qendîl) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwaneke ji wesayitan birin Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê.
Welatî li cihekî nêzî goristanê ji wesayitan peya bûn, darbestên şehîdan hildan ser milan û bi qîrîna dirûşman ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê merasîmeke leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê hat kirin û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî û bi navê Yekîtiya Oddaran Mele sofî axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi rengekî azad dijîn.
Endamê Fermandariya YPG'ê Şiyar Delîl jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi saya xwîna şehîdan bajarê Reqa ku terorîstan ji xwe re kirine paytext tê rizgarkirin. Çete roj bi roj derbên giran ji şervanan dixwin. Şervanên QSD'ê wê tevahiya herêmê ji çeteyan rizgar bikin. Em sozê didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin."
Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li ber dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.