Welatiyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrînê û herêma Şehbayê meşiyan. Meşvanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.
GIRKÊ LEGÊ
Meş ji aliyê TEV-DEM'ê ve hate organîzekirin û bi sedan welatiyên Girkê Legê û gundewarên wê beşdar bûn. Çalakvanan pankartên bi nivîsa "Efrîn ne bi tenê ye", Rojava hemû li pişt wê ye", "Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin", "Efrîn Keleha Berxwedan û Têkoşînê ye, wê serbikeve", "Em ti carî bejna me li hember dijmin natewînin", "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" û "Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin" vekirin û meşiyan.
Meşvanan her wiha wêneyên Ocalan, al û sembolên herêmê vekirin. Meş ji meydana Şehîd Xebat dest pê kir. Meşvanên bê navber dirûşmên berxwedana Efrînê silav dikirin qîriyan û li kolana giştî geriyan û kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Ebdulezîz Umer axivî û destpêkê berxwedana QSD, YPG û YPJ ya li Efrînê silav kir û got: "Em li Bakurê Sûriyeyê di qonaxeke hesas û zehmet de ne. Ev qonax giringtirîn dem e ku Rojhilata Navîn di nav de ye. Ji ber vê yekê dewletên dagirker êrîşî herêmên me dikin. Lê şervanên YPG/YPJ'ê bi tekoşîna xwe dîroka berxwedanê bi tîpên zêrîn xêz dikin."
Piştre Endama Rêveber a Kongreya Star Rîhan Temo axivî û diyar, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Şehbayê ber bi dawî ve diçe.
Rîhan Temo di dawiya axaftina xwe de anî ziman, ku gelê Kantona Cizîrê bi hemû hêza xwe wê piştgiriya gelê Efîrnê bike.
Piştî axaftinan, girseya gel bi qîrîna dirûşman dawî li meşa xwe anî.
TIL KOÇER
Şêniyên bajarokên Til Koçer û Çilaxayê jî, tevî nûnerên saziyên civaka sivîl, li ser banga TEV-DEM'ê li bajarokê Til Koçer meşiyan. Di meşê de, gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîn û Bakurê Sûriyê şermezar kir û daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Meşvanan, posterên Ocalan, wêneyên şehîdan û alên ku nûnertiya hemû gelên herêmê dikin, rakirin û pankartên bi nivîsa "Na ji zindana Îmraliyê re, erê ji azadiya Rêber APO" vekirin.
Meş ji ber navenda perwerdeyê ya aliyê rojhilat ê bajarok dest pê kir, ber bi sûka navendî ya bajarok ve dewam kir. Di meşê de, gel dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dijî herêmên Bakûrê Sûriyê û Kantona Efrînê û ji bo azadiya Ocalan qîriya.
Li sûka navendî meş veguherî mîtîngê. Paşê Endamê TEV-DEM'ê yê Til Koçer Fîras Elî axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan û herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybetî li ser Efrînê, şermezar kirin.
Elî destnîşan kir ku piştî têkçûna terorê li herêmê, dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê kiriye.
Hevserokê Meclîsa Herêma Til Koçer Newaf Xedan jî axivî û serketinên hêzên ku li dijî terorê li bajarê Reqayê bi dest dixin, pîroz kir.
Xedan got: "Em di demeke man û nemanê de ne. Em ji her kesî ku êrîşe me dike dibêjin em ê bi serkevin, ji ber em li ser heqîqetê ne û yek gel in."
Ji Rêveberên Kongreya Star Semîra Remedan jî di mîtîngê de axivî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan asta têkoşînê bilind bikin.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.