Gelê Efrînê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

Gelê Efrînê yên ku koçberî gundên Şêrawa bûne diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê koçî gundên Şehbayê kirine, diyar kirin çi dibe bila bibe ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Ferîd Mamo yê li Şehbayê got ku “Em ji ber êrîşên Erdogan û hevkarên wî ji Efrînê koçber bûn. Em niha li gundên Şehba û Şêrawa li ber xwe bidin. Li ku dibe bila bibe, em ê berxwedana xwe bidomînin. Efrîn ya me ye, têkoşîna me ji bo vegera li Efrînê ye.”

Dayika bi navê Leylê Xelîl jî li ser domandina berxwedanê got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez vegerin Efrînê. Ev serê du salan e ku em li gundên Şehba û Şêrawa li ber xwe bidin. Ligel zehmetî jî hene, em li ber xwe didin.”

Nûrî Hemo yê ji Efrînê axivî û got ku “Me bi berxwedanê dest pê kir û wê berxwedana me bidome. Me tu carî êrîşî tu deran nekir û me mala kesî talan nekir. Em mafdar in û kesên xwedî maf tu carî têk naçin. Em heta ku mafên xwe bi dest bixin, em ê li ber xwe bidin.”