Gelê Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat spartin axê

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat Girziyaret bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê  Demhat Girziyaret ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

 Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hat li dar xistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Hawar Dêrik axivî, berxwedana şervanên azadiyê li çeperên şer silav kir û soza şopandina rêya şehîdan  da.

Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Seîd Sîpan axivî, da zanîn ku ku bedela azadiyê giran e û wiha got; “Gelên bindest li ser esasê felsefeya Rêbertiyê ji bo azadiya xwe têdikoşin.″ 

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat Girziyaret bi dirûşme û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.