Gelê Cerablûsê li dijî çeteyên dest dirêjî jinan dikirin, şer kir

Çeteyên Ehrar El Şerqiye û El Cîhîşat ên ser bi 'Mertala Firatê', li sûka Cerablûsê dest dirêjî jinekê kirin. Li ser vê yekê di navbera gelê herêmê û çeteyan de şer derket.

Hat ragihandin, sedema şerê 17'ê Kanûnê yê li Cerablûsê, destdirêjiya komên çeteyên 'Mertala Firatê' li jinên herêmê bû. Çeteyên Ehrar El Şerqiye û El Cîhîşat ku bi artêşa Tirk a dagirker re bi navê 'Mertala Firatê' bajarên Bab û Cerablûs ên Bakurê Sûriyeyê dagir kirin, roja 17'ê Kanûnê dest dirêjî jinekê kirin. Li ser vê yekê di navbera çeteyan û gelê Cerablûsê de şer derket.

Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF'ê û ragihandin, piştî ku koma El Cephet El Şamiye destek da sivîlan şer mezin bû û Tabûra Sûltan Mûrat û Ehrar El Şerqiye piştgirî dane çeteyan. Şerê navbera çeteyên 'Mertala Firatê' bi saetan dewam kir û hat ragihandin ku ji her du aliyan gelek kes birîndar bûne.

Wekî din, roja 19'ê Kanûnê gelê Cerablûsê li dijî artêşa Tirk a ku axa wan dagir kiriye, li dijî 'Meclîsa Herêmî ya Cerablûsê' û kampa AFAD'ê çalakiya protestoyî li dar xist. Welatiyekî ji Cerablûsê ku nexwest navê xwe eşkere bike, gelê Cerablûsê yê daket kolanan bang li civaka navneteweyî kiriye ku wan ji dagirkeriya Tirkan rizgar bikin.

Heman çavkanî got, "Dewleta Tirk cihêkariyê dixe navbera Ereban û Tirkmenan. Di serî de meclîsa sivîl, hemû saziyan dixin bin kontrola Tirkmenan."

Gelê Cerablûsê roja 20'ê Mijdarê ji bo nerazîbûnê nîşanî bicihkirina mirovên ji derve li herêmê, xwepêşandanek li dijî dewleta Tirk li dar xistibû. Li bajarê Babê jî, ku ji Tebaxa 2016'an û vir ve di bin dagirkeriya artêşa Tirk de ye, welatiyan nerazîbûn nîşan dabûn û ragihandibûn ku bêyî haya wan jê hebe meclîs hatiye avakirin.