Gelê Bilbilê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiya

Bi hezaran welatiyên  navçeya Bilbilê a Kantona Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrîn û herêmên Şehbayê meşiyan.

Piştî meşên mezin ên li Efrînê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk hat hatin, bi sedan şêniyên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê meşek li darxistin û êrîşên Tirkiyê yên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê şermezar kirin. Meşvanan diyar kirin ku dê hemû gelê Efrîn bi yek destî li dijî êrîşan derkevin û dê parstina herêmên xwe bikin.

Bi hezarana welatiyên navçeyê ku endamên Asayîşa Rojava, Şervanên YPG/YPJ`ê, Hêzên Parastina Civakî, Nûnerên TEV-DEM`ê, Endamên Kongra Star, Endamên PYD`ê û hemû Saziyên Sivîl jî di nav de li Çerxereya gundê Zerê ya anavçeyê kom bûn.

Meşvanan alên YPG/YPJ`ê, Asayîş û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildabûn û pankartên bi nivîsên “em ji hêzên navdewletî dixwezin ku erka xwe ya mirovî li hemberî êrîşên faşist pêk bîninʺ, “Tirkiya Faşîst nikare nakokiyan di navbera pêkhate û jiyana hevbeş a Rojava, pêk bîne, derbeya faşî nikare îradeya gelê me ya li bakûrê Kurdistanê bişkîne.” Rakirbûn.

Meşvanên ku bê navber diruşme beriz dikirin li kolanên sereke yên naçeyê geriya  û heta lîstgeha navçeyê meşiyan. Girseya gel li vir kom bûn û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Kongreya Star Kongra Star Rûbirîn Norheq û êo ser navê TEV-DEM`ê Remzî Derbo axvivîn. Di axaftinan de êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrîn û Şehbayê heta şermezarkirin û ji civaka navdewletî hate xwestin ku li dijî êrîşan bê deng nemîn in û erka xwe pêk bînin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku Erdogan û Artêşa xwe dê nikaribe bikev Efrîna ku hemû gelê wê xwe ji bo parstinê hazir kiriye .

Piştî axaftin bi dawî bûn, girsteya gel bi diruşmeyên li dijî dagirkiran dawî li maşa xwe anîn.